i
nav kuraniya çiyayên kudaxê de , hunermandê me cara yekem
di sala( 1958 )an de li gundê (Rûta)
çavêd xwe ve di ke û derî jiyanê di be….. di nav çiya û mêrg
û kaniyan de. û di nav malbetek olî de mazin di be. gundê
(RÛTA) û derûrê wê surişt û xuristeke pir xweş e .di herêma
( Efrîn
ê )de.
Di despêka jiyana wî de li şahiyên deverê hazir di bû wek
dewat û mewlîd û şahiyên dî ji ber wê hestin mûzîkî û
hunerî li ba wî çê bû û bê guman bandora hunermendê kurdaxê
yê ku filiklor di gotin li ser wî çê bû… lê tevî wê jî rêçek
taybetî ji xwe re ava kir û her kes nikarê taybetmendî kê ji
xwe re ava bi kê….. di sala 1977 de dayîka wî temborekê ji
wî re dikre piştî ku di bînê kurê wê meraq û hezkirin a wî
li ser hunarê heye tevî ku dayîka wî dîndar bû dîsa jî kurê
xwe hedan di ke li ser hunerê….
Di sala 1978 an de li bajarê ŞAMÊ rastî xortekî kurd ji
Qamişlo tê û wî hinekî fêrî amêrê temborê di ke û di dû re
bi xwe berdwam di ke û xwe pêş di xînê … di sala 1980 an de
tevlî koma KAWA di be û li newroza( Şamê) cara yekem der di
keve ser şanû yê û sitranan di bêje…
Piştî sê salan mala xwe barî( EFRÎN
Ê) di ke û li wir di gel çend hevalên dî ( Koma
Armanc) da dimezrînê… û di 1983 an de dengê Rêber belav di
be di kasêt a koma Armanc yê yekemîn de.
Dengê Rêber di çar kasêtan de heye lê di kasêta hêjmar 4 de
pir xuya di ke…. Piştî wê Rêber bi tenê karê hunerî di ke û
kasêtek xwe di sala 1997 an de çap di ke….
Dengê (Rêber) taybetmendî yek tê de heye û pir naz û zîz e.
ji ber wê zû derbas dilê mirov di be … ji bilî wê jî awaz
daner û gotinê sitrana jî nivîsandin e ji ber wê em karin
bêjin ew hunermendekî giştî ye û mûzîkê di afirînê ji her
alî ve…..
Di sala 2005 de carek dî ew û dengbêj (Bavê Seleh)
û hinak dî ji nû de koma Armanc zindî di kin û piştî demekê
koma Armanc li Awropa çend konsert û çalakiyan li dar di
xînê .lê mixabin ji ber rewşa xwe yî tenduristî . carek dî
hunermendê me berê xwe di dê welatê Danmark û niha li wir bi
cî bû ye……..
………..
Di despêkê de ez di xwezim serê we sax kim ji ber ku berî
demekê dayîka te çû ser dilovaniya xwe…..hezar rihme li gora
wê be…
-
.Çima ji demek zû de me dengê te ne kirî ye mamosta
sedem çiye. ??
1-Mixabin rewş a Ewrupa ji ya welat xerabtire ji her alî de
ev bû demeke ez ji welat dûr ketim e .û rewşa min ya
tendiristî ne li ser hev bû .Emeliyata dil ji min re çêkirin
.lê dîsa jî ez li gelek konsêrta amede bûm li Danmark u
her sal li Newrozê ez beşdar dibim bi dengê xwe ,rewşa Danmark jî
sare bi her tiştî mixabin Midyayê kurdî jî bi erkê xwe baş
ranabin bi gelemperî yan tu yê hevalê wan bê yan jî tu yê
werê ji bîr kirin ev jî sedema astengîya hunermendên kurde
mixabin…
-
.Tu
xebatên te hene ji bû yî pêşe rojê de, yan tu amadeya
berhemên nû di kê. Û tu bi çi mijol e ji bû demê bê ??
2-Bê gûman ez jî weke her hunermendekî kurd xema
dikşînim ji bo demên pêş û .çend berhemên nû u kevin li
ber çavin ez bi wan mijûlim u hinek di tûkê min da hene
hêvîdarim ko ez di demeke nêzîk de bi kar bînim gelek
tişt bala min dikşînin lê mixabin .çav dibîne u dest
kine…
-
.Ev
bû 30 salin tu di nev hunera kudî de xebat di kê. Di
baweriya te de huner a kurdî di astekî baş de ye
beramberî hunera miletên dî yan jî miletên der dûrî me.
??
3-Sipas li ser va pirsa giring .weke ko ez dizanim .berê
istirana kurdî gelekî li pêş bû li gor miletên hawîr dor. lê
mixabin niha ew li paş ma ye .berê xelkê ji me dizî û pir
ew bi ser ketin lê mixabin niha em ji wan di bin lê em bi
ser nakevin hinek sedemên din jî hene weke nimune tu sazî û
dibistanên kurda tu nene ko karibin şagirtê hunerî perwerde
bikin mixabin em wek xwe jî neman…
-
.Filklor kaniyek mezin e her kes jê vedixwê
Bandor a wê heya kijan astî li ser te heye.? Yan jî
tu di bin bandora kîjan hunermendî mayî heya
roja îro.???
4-Fliklor. Alfe Ba. ya huner û istirana ye. her hunermendek
divê û giringe ji kanîya hunerê vexwê. bê guman ez jî weke
hunermendekî kurd min ji vê kanîyê vexwariye û ew xûya ye di
deng û rengê istirana min da .bê guman bandora gelek
hunermenda li ser dengê û hest û ramana min heye .weke
Mamoste. Cemîl Horo. û. Aramê Dikran. û. Tehsin Taha . bi
rasti her deng û rengê istirana xweş bala min dikşîne…
5-Hêvîdarim ji keç u xortê ko doza hunerê dajon berê xwe
bidin xwendina mozikê bi şêweyekî Ekadimî êdî bese divê ko
em zanistî rewşa xwe bi kar bînin .û bi taybet fliklorê
kurdî baş bibhîsin ji bo taybet mendiya xwe zengîn bikin…
6..Ez
dibêjim hunermendê kurd ne pisporin .. ji ber ku bi
xwe him awaz û helbest û dengbêjî û her.wiha amêrekî di
jenînin … bi vê rengî sitran jar û qels na be . tu çi di
bêjê . ??
6-Belê tu rast dibêjê kekê Şêrzad .mixabin ew jî ji
nezanîya me kurda ye û ji xwe heziya kesayetîya her
hunermendekî ye .bê guman mirov nikare her tiştî bi xwe
bike û serkeftî be .sedema din ko tu bazar an tu qezenc
ji kar u hunera kurdî yan ji huneremendê ko keda salan
di CD.yekî bi kar binê lê mixabin tu fêrme an tu sazîyên
kurdî ko temena keda wî hunermendî wenda nebê tu neye.
ji ber vê yekê jî her hunermendek dikarê li mala xwe bi
alîkarîya malbata xwe an zarokên xwe her tiştî bi xwe bi
kar tînê mixabin li dawîyê wê nanê me bişewitê û keda wê
kesî wenda bibê…
7…Wek ku em di zanin hurera kurdî kevin yên dastanî pir
dirêj bûn ,, çima di nav kurdan de ew reng wenda bû bi yek
car.. û çima nema kurd sitranên dirêj çê dikin di nav gelê
dî de hîn heye . wek opêra û di nav farisan de maye û her
wiha di nav ereban de jî sedem çiye di baweriya we de
mamoste. Sitranên kurdî yê nû bû ye 3 deqe û 4 deqe…???
7-Sedem ê wê gelekin kekê Şêrzad . ew rengê istirana di
rawestina gela da bi kar tê miletê kurd hin ser xwe derman
nekirî ye weke serviraziya xwe û serbestiya xwe hîn ew şerê
hebûn û nebûna xwe bi dijmin re dikê .ya din tu saziyên
kurda tunene ko rengê opêra bi kar bînin ew renga gelek jêre
divê .ew rengê istirana ko tu dibêjê dastan û diwana
istirana ew ji nema ji ber nema kes karê guhdarbikê dema
kesi tu ne ye bi rojan u bi şevan guhdarî istirana bike .ev
rengê istirana ji 3 deqa li hemo devera wilo bû ye ew jî jê
re dibêjin dema lezbûnê an jî dema pittza u hambirgir rîtma
jîyanê hate guhertin keko….
8..Wek em di zanin ku koma Armanc dengvedanek xweş da di
salêd heştiyan de.. di baweriya te de sedem huner baş bû lê
riklam ji aliyê partî de baş bû lê rengakî nuh bû di wê demê
de.??
8-Bê gûman bi rîklema partîya tu huner bi ser nakevê ko ew
hunera bi xwe ne ser keftî bê. KomaArmanc di wê dema ko tu
dibêjê da bi endam û hunermendê xwe bi ser ket weke grupekî
yek dest ez dikarim bêjim em weke çawa ko mêşên hungiv kar
dikin me wilo kar dikir ji ber vê yekê jî em bi serketin me
karîbû hunereke pospor u nûjen bi kar bi ani ya û ji ber vê
yekê jî heta niha ew istiranê di salê 80ya de me tomar
kirin e li ser zimanê gel u hunermenda mane .eger riklema
partiyê sedema wê ba koma Armanc heta niha heye lê mixabin
bê denge û pişti wê dema ko tu dibêjê koma Armanc 3.kasêt
tomarkirin partî nikarîbo bi riklema xwe wan istirana bi ser
xînê .û weke tu zanê ko di 2006 an da em disa li koma Armanc
xwedî derketin û me bi keda te û Bavê Selah û kek Zekeri me
disa karibo ko koma Armanc bînin holê û bi melyona gelê kurd
ew temaşekir lê mixabin ko hinek ji endamê partî derfet
nedan ko em berdewam bi kin û dîsa nav û kar û xebata koma
Armanc bi serxin
heyf u mixabin…
9..Pir kesan wek ez di zanim sitranên te gotin e wek (
şehrîbana kurdî , morad bekdaş , hunermend Armanc, ) ew tu
çi hestî di ke ku kesên dî hunera te bêjin. ???
9-Tiştekî normal û asayî ye lê divê ko mirov keda kesî wenda
nekê an jî ne xwe giringe ko navê xudyê istiranê bê gotin û
ji hêla min da ez gelkî kêf xweş di bim ko kesek istirana
min bêjê …
10..Li dawiyê ez te sipas di kim ku we dema xwe da me û ez
di xwezim ku tu bi azadî gotinê xwe bi bêjê, û tiştê ku te
di xwest em li ser bi axifin yan bi pirsin û me ne gotibê.
Tu karê bêjê.??
10- Ez jî sipasîya te di kim kekê Şêrzad ko we jî berê xwe
da me. û ez jî serkeftinê ji bo hunera te dixwazim li dawîyê
daxwazeke min ji gelê me kurd heye...ez dixwazim bêjim
.....zû hez mekin, û zû ji bîr mekin ,,,, û,,, zû nebin
heval,,,û zû nebin dijmin,, û sipas keko…
(zû ,,yanê bi lez)
Şêrzad Efrînî .. 28/10/2010.